Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Omer Seîd Elî bû Serokê Tevgera Goranê
 
Omer Seîd Elî bû Serokê Tevgera Goranê
2017-07-25 21:58
MediaKurd > info@mediakurd.com
Piştî mirina Newşîrwan Mistefa Tevgera Goran bê serokê giştî mabû.
Di Civîna 25ê Tîrmeha 2017an de Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê civîna xwe li dar xist û ji xwe re serokekî nû hilbijart.

Di civîna 25ê Tîrmehê de ya ku li bajarê Silêmanîyê pêk hat, Omer Seîd Elî wek Serokê Giştî yê Tevgera Goran hat hilbijartin.

Omer Seîd Elî di 1945an de li bajarê Silêmanîyê hatiye dinyayê. Di 1974an de pêşmergeyetî kir û di 1975an de bû yek ji rêvebirên KOmela Rêncderanî Kurdistan. Omer Seîd Elî di 2009an de tevî Newşîrwan Mistefa, Qadir Hecî Elî, Osman Hacî Mahmûd û Mihemed Tofîq dev ji endametîya Polîtburoya YNK berdan.