|
Piştî referandûmê serxwebûn e |
|
2017-07-28 16:09 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Dema referandûma serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe û Kurd jî di nav kelecanek mezin de ne.
Di derbarê referandûmê û piştî referandûmê de Serokê Konseya Ewlekarîya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di rojnameya The Washington Times de gotarek belav kir.
Mesûr Barzanî, di gotara xwe de got: „Heke di referandûma 25ê Îlonê de piranîya dengan „ERÊ“ derkevin, emê dest bi pêkanîna biryara serxwebûna Kurdistanê bikin û xebatên xwe bilezînin“.
Mesrûr Barzanî, di gotara xwe de anî zimên ku serxwebûna Kurdistanê wê bibe sedema aramî û ewlekarîya Rojhilata Navîn û got: „Heke di referandûmê de dengên „ERÊ“ zêde derkevin, emê bi Bexdayê re têkevin têkilîyê û dest bi pêkanîna biryara serxwebûna Kurdistanê bikin“.
|
|
|