|
Em ne parçeyek ji Iraqê ne |
|
2017-08-01 17:43 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Cudabûna ji Iraqê û serxwebûna Kurdistanê êdî ji Kurdan re bûye xala bingehîn. Herkes pê zane ku êdî Kurd nikarin bi Iraqê re bijîn û wek parçeyek ji Iraqê bimînin.
Di vê derbarê de Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, daxuyand ku wan pir hewl daye ku bi Iraqê re bijîn, lê hewldanên wan neçûye serî û êdî jiyana bi Iraqê re tu fêde û berjewendîyê nade Kurdan.
Mesûd Barzanî, bi minasebeta 34 salîya jenosîda Enfalê axivî û got: „Kurdistan êdî nikare wek parçeyek Iraqê bijî. Ez hêvîdarim ku Kurdistan û Iraq wek du welatên cîran karibin bi hev re bijîn“.
|
|
|