|
Çima Tirkîye û Îran li dijî serxwebûnê ne? |
|
2017-08-08 20:17 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Sedema ku Tirkîye û Îran li dijî serxwebûna Kurdistanê ne kêm zêde herkes zane. Lê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî carek din sedema wê eşkere kir.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji Ajanisa nûçeyan a Kuweytî (kuna) re ragihand ku Tehran û Enqere li dijî serxwebûna Kurdistanê derdkevin, çunkî li herdu welatan jî Kurd hene.
Ajansa KUNA ragihandiye û gotiye: „Barzanî teqez kiriye ku referandûma serxwebûna Kurdistanê ji tu kesî re ne xeter e, armanca referandûmê ew e ku gelê Kurdistanê ji karesat û êrîşên pêşerojê bên paraztin“.
Li gor ajansa KUNAyê, Barzanî herweha li ser heêwesta Amerîkayê jî axivîye û gotiye ku „Amerîka li dijî referandûmê derneketiye, lê tenê dibêje dem ne guncav e“.
|
|
|