|
Divê armanca yekem serxwebûn be |
|
2017-08-09 21:06 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Siyasetmedarê Kurd Elî Qazî, li Hewlêrê civînek li dar xist û bang li partîyên siyasî kir ku di 25ê Îlonê de dengê xwe bidin Kurdistanek azad û serbixwe.
Elî Qazî, got ku divê temamê partîyên siyasî û gelê Kurd di 25ê Îlonê de biçin ser sindoqan û ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bêjin „ERÊ“.
Elî Qazî, anî zimên ku "îro divê temamê Kurdan dengê xwe bikin yek û doza serxwebûna xwe bikin. Di şerê ÎŞÎDê de pêşmergeyên Kurd maf û azadîya temamê mirovatîyê parazt û di qada navnetewî de Kurdistan anî rewşa îro".
Elî Qazî, di derbarê serxwebûnê de jî got: „Divê wek milletê Kurd em ji guhertinên herêmî û navnetewî sûdê wergirin. Armanca herî pêşîn divê serxwebûna Kurdistanê be. Referandûm ne ji bo kesekî yan alîyekî ye, fersendek dîrokî ye û divê ev fersend ji dest neyê berdan“.
|
|
|