|
Divê dewletên sunnî serxwebûna Kurdistanê nas bikin |
|
2017-08-14 23:01 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Nivîskarê rojnameya The Jerusalem Post Neville Teller, di gotara xwe de piştgirî da serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê û ji dewletên Erebî xwest ku ew jî dewleta Kurdistanê nas bikin.
Neville Teller, di gotara xwe de dibêje: „Gelê Kurd li ser cîhanê gelê herî mezin ê bê dewlet e. Kurdan bi hezaran sal beriya niha, wek milletek serbixwe û serbilind li ser xaka xwe dijîyan. Bi ser ewqas dagirkerî û êrîşên mezin jî wan heta îro çanda xwe paraztiye".
Neville Teller, diyar kiriye ku piştî ragihandina dema referandûmê, Erebîstana Siûdî piştgirîya xwe eşkere kiriye û divê dewletên sunnî yên di nava hevpeymanîya Siûdî de jî serxwebûna Kurdistanê nas bikin.
|
|
|