Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PDK bang li Kurdan kir
 
PDK bang li Kurdan kir
2017-08-16 16:36
MediaKurd > info@mediakurd.com

Polîtburoya PDK, bi minasebeta 71emîn salvegera damezirandina PDK, bang li endamên PDK û tevahiya xelkê Kurdistanê kir ku roja 25ê Îlonê biçin ser sindoqên referandumê û ji serxwebûna Kurdistanê re bêjin Erê.

Polîtburoya PDK, di bang û peyama xwe de ragihand û got: “Başûrê Kurdistanê ji mafê diyarkirina çarenûsê bêpar maye û bi zorê bi Iraqê ve hatiye girêdan. Piştî vemirandina serhildana Bakurê Kurdistanê û jinavbirina Komara Mahabadê, bi rêbertîya rêberê efsaneyî yê Kurdistanê Mistefa Barzanî yê nemir Partîya Demokrata Kurd wek pêwistîyek dîrokî hat damezirandin, da ku hêviyê bide Kurdan.”

Polîtburoya PDK bi dewamî di peyama xwe de got: “PDK ji destpêka xebata xwe û heta îro daxwaza mafê gelê Kurdistanê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe dikir. Êdî dem hatiye ku gelê Kurdistanê hizrê li çarenûsa xwe bike û bi riya referandûmek giştî biryara xwe ya dawî bide, ku bêguman serxwebûn û pêkanîna dewletê ye“.

Polîtburoya PDK bang li gelê Kurdistanê kir û dîsa anî zimên: “Me ji bo mafê serxwebûnê sed salî gelek qurbanî dane. Niha derfet çêbûye ku em bigihên wî mafê xwe û divê em wî mafî jidest bernedin. Referandum ne milkê partiyekê bi tenê ye. Yekîtîya me garantîya serkeftinê û pêkhatina serxwebûnê ye. Em bang li endamên xwe û tevahîya gelê Kurdistanê dikin ku bi îradeyek mezin biçin ser sindoqên referandûmê, ji serxwebûna Kurdistanê re bêjin erê da ku xwîna şehîdan û xebata 100 salî vala neçe.”