Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Piştî İŞİDê em li Sûriyê namînin
 
Piştî İŞİDê em li Sûriyê namînin
2017-08-19 17:38
MediaKurd > info@mediakurd.com

Gelo wê Amerîka piştî têkbirina ÎŞÎDê li Sûrîyê bimîne yan nemîne. Ji alî herkesî ve tê meraqkirin. Berdevka Wezareta Karê derve ya Amerîkayê Heather Nauert, bersiva vê pirsê da.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, di civîna çapemeniya rojane de, bersiva pirsa „gelo piştî ÎŞÎDê wê Amerîka li Sûrîyê bimîne? da“.

Heather Nauert, di bersiva xwe de eşkere kir ku piştî ÎŞÎDê wê Amerîka li Sûrîyê nemîne û got: „“Sebebê ku em bi HSD ê re dixebitin û piranîya wan hêzên Kurd in, ev hêz bi tecrube ne û amade ne. Sedemê hevkarîya me ew e ku em Raqqayê bi hevre bistînin. Hedefa me ya mezin ew e ku em li Sûrîyê û Iraqê İŞİD ê têk bibin. Zêdeyî wê tiştek din tuneye.”

Heather Nauert , anî zimên ku armanca wan ew e Sûriîye ji alî xelkê Sûrîyê ve bê îdarekirin û armanca wan ne ew e ku demekî dirêj li Sûrîyê bimînin.