Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Dewleta Tirk çavê xwe ji referandûmê re digre
 
Dewleta Tirk çavê xwe ji referandûmê re digre
2017-08-19 17:44
MediaKurd > info@mediakurd.com

Endamê konseya rêvebir ê KCK Cemîl Bayik, ji rojnameya PKK Yeni Ozgur Politika re axivî û nêta dilê xwe eşkere kir.

Cemîl Bayik, di beyana xwe de dibêje „êdî dema netew-dewletê derbas bûye. Abdullah Ocalan gotiye ku „heke azadî û demokrasî bê xwestin, divê hûn xwe ji dewlet û desthilatdarîyê dûr bixin“.

Bayik, daye dû şopa serokê xwe Ocalan û dibêje: „Mafê çarenûsî ne tenê avakirina dewletê ye, ev xelet e. Dewlet ji xelkê re azadî û demokrasîyê nayne. Heke azadî û demokrasî bê xwestin, divê hûn xwe ji dewlet û desthilatdarîyê dûr bixin, divê hûn tekoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzma ku li dijî dewletbûnê ye bidin“.

Cemîl Bayik, di beyana xwe de dewleta Tirk wek sedemê çêkirina referandûmê dibîne û dibêje: „Dewleta Tirk ji bo referandûmê Kurdan dehf dide, çavê xwe ji referandûmê re digre. Bi vê yekê, dixwaze şerê Kurd û Ereban derxe. Xwest vê yekê li Rojava jî pêk bîne, lê bi ser neket. Niha jî bi rêya referandûmê dixwaze li Iraqê şerê Kurd û Ereban derxe. Bi vê yekê dixwaze bi kevirekî du çûkan bikuje, hem Kurdan û hem jî Iraqê ji çap bixe. Ji ber vê yekê, çavê xwe ji referandûmê re digre“.

Ecêb e, Bayik di beyana xwe de qet behsa Îranê nake.