|
Em ligel biryara gelê Kurd in |
|
2017-08-29 21:45 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Bi nêzîkbûna referandûmê re helwesta her alîyekî jî êdî eşkere dibe. Bi taybet PKK û Tevgera Goran li dij derdikevin. Lê ji Rojavayê Kurdistanê dengên cuda derdikevin pêş.
Di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de rêvebirê TEV-DEMê Aldar Xelîl, ji K24 axivî û di derbarê referandûmê de dîtina xwe anî zimên.
Li gor nûçeya K24, Endamê Serkirdayetîya TEV-DEM"ê Aldar Xelîl, di axaftina xwe gotiye: "Referandûma serxwebûna Kurdistanê giştpirsîyek demokrasîyê ye û referandûm pêngavek baş û rast e".
Aldar Xelîl, di berdewamîya axaftina xwe de daye zanîn ku "Mijara referandûmê pirsek demokrasîyê ye ku bi rêya wê gel îradeya xwe nîşan dide. Ev bixwe tiştekî baş û rast e ku gel biryara xwe dide".
Xelîl bi dewamî gotiye:"Hêvîya me ew e ku gelê me sûdê ji rastîyê û pêşeroja xwe bibîne û dengê xwe ji bo wê bide. Biryara ku gel bide, em ligel wê biryarê ne". |
|
|