Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Emê Kerkûkê bi xwîna xwe biparêzin
 
Emê Kerkûkê bi xwîna xwe biparêzin
2017-09-03 21:22
MediaKurd > info@mediakurd.com

Hikûmeta Bexdayê van rojan giranîya xwe dide ser Kerkûkê û artêşa xwe li dora Kerkûkê kom dike. Helbet ev bi şêwirdarî û dilxwazîya îranê tê kirin. Îran û Bexda ji biryara encumena Kerkûkê aciz in û naxwazin Kerkûk di referandûmê de biryara xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistanê bide, naxwazin Kerkûk têkeve nav sînorên Kurdistanê.

Di vê derbarê de Serokê Kurdistanê Mesûd barzanî, ji Iraqî News re axivî û helwestek tund li dijî êrîşên ser Kerkûkê nîşan da.

Barzanî, ji Iraqî News re got: „Min sûnd xwariye ku bersivek tund bidim helwestên dagîrkirina Kerkûkê.

Mesûd Barzanî, bi dewamî anî zimên û got: „Kerkûk Kurd e. Çi hêza ku bixwaze Kerkûkê bi darê zorê dagîr bike, wê milletê Kurd li beramberî xwe bibîne. Emê Kerkûkê heta bi dilopa xwîna xwe ya dawîn biparêzin.