|
Piştî referandûmê erkê min temam dibe |
|
2017-09-05 20:11 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hevpeyvînek bi kanala Al-Arabiye re kir û di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê û pêşeroja xwe de axivî.
Serokê Kurdistanê Barzanî, ji bo kanala Al-Arabiye anî zimên ku ewê piştî encama referandûmê erkê xwe temam bike û got: " Armanca min ji bo gelê min bidestxistina serxwebûnê ye, û dema serxwebûn pêk hat erkê min bi dawî dibe".
Serok Barzanî, anî zimên ku wan pir hewl daye da ku ew biryara referandûmê nedin, lê hikûmeta Bexdayê tu rêyek din ji wan re nehiştiye û êdî tu sedem nemaye ku Kurd bi Iraqê re bijîn.
|
|
|