|
Şermek mezin e ku Rojava di rojên teng de Kurdan bi tenê bihêle |
|
2017-09-07 18:36 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Rewşenbîr, fîlozof û derhênerê Fransî Bernard Henri Lévy , piştgirîya xwe ji bo Kurd û Kurdistanê dubare kir û ji bo Foreing Policy nivîsî. Bernard Henri Lévy, di nivîsa xwe de dibêje: „Tu wateya sedemên li dijderketina referandûmê tunene. Şermek pir mezin e ku Rojava di demên pêwist de Kurdan ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne û di rojên teng de wan bi tenê bihêle“.
Lévy, helwesta dewletên Rojava û civaka navnetewî bi hişkî rexne dike, sedemên ku ew didin pêş vala derdixe û dibêje: „Dibêjin wê serxwebûna Kurdistanê îstîqrar û xweragirtina herêmê têk bibe. Tu dibê qey rewşa Sûrîye, Îran û Iraqê ji Kurdistana piçûk ne xetertir e! Ev sê sal in Bexda mûçe û peran nade pêşmergeyên Kurdistanê, Bi ser vî halî de jî Kurdan xwe di giravek xweser, demokrat û aştîyê de bi rêxistin kirine. Başe, hûnê ji vê re çi bibêjin?“
Lévy, behsa Kurdan û îdarekirina Kurdistanê dike, dibêje: „Kurd karin xwe bi xwe îdare Referandûm ne tevgerek şiddetê ye. Ev mafek e. Ev deynek e. Kurdan li Rojhilata Navîn nifûsa herî dawîn a xiristiyanan rizgar kir. Kurdan çawa em payedar kiribin, divê em jî wan payedar bikin“.
|
|
|