|
PYD 31 endamên ENKS revandin |
|
2017-09-15 23:18 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
PYD û YPG dijminatîya li hember endam û serkirdeyên ENKS didomînin û naxwazin ji derveyî xeta wan a siyasî tu xebatek Kurdistanî bê kirin. Hêzên asayîşa PYD li Rojavayê Kurdistanê carek din êrîşî ser endam û serkirdeyên ENKS kirin û li bajarên Amûdê, Til Temir, Dirbêsiyê û Girkê Legê 31 serkirde û endamên ENKS girtin.
Di vê derbarê de cîgirê sekreterê Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê Hesen Salih, revandina 31 endam û serkirdeyên ENKS piştrast kir û ragihand ku “Di dema amadekarîyên çalakîyên ji bo piştevanîya referandûma serxwebûna Kurdistanê de, asayiş û çekdarên PYD bi dehan serkirde, kadir û hevalên partîya wan û PDKS revandine”.
Li gor Hesen Salih, PYD dixwaze bi revandina serkirde, kadir û endamên wan tirsê têxe dilê xelkê, da ku dernekevin kolanan û piştevaniîya serxwebûna Herêma Kurdistanê nekin.
|
|
|