|
YNK cara duyem parçe dibe |
|
2017-09-18 23:35 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî derketina Tevgera Goran, YNK dîsa dikele û dixuye ewê cara duyem parçe bibe.
Cîhgirê Sekreterê Giştî yê YNK Berhem Salih, di hesabê xwe yê Twîtterê de eşkere kir ku wî dest bi damezrandina tevgerek siyasî kiriye û navê wê jî kiriye „Koalîsyon ji bo Demokrasî û Edaletê“
Li gor Salih ragihandiye, tevgera wî ya siyasî ji alîyê Komisyona Hilbijartin û Referandûmê ve hatiye pejirandin û wê tevgera wî beşdarî hilbijatinan jî bibe.
Li gor Salih, tevgera wî “Koalisyon ji bo Demokrasî û Edaletê” bi dûrişma „xizmetek paktir û desthilatdarîyek adil“ hatiye damezirandin.
|
|
|