|
Yekîtîya Alimên Olî yên Kurdistanê bang li Kurdan kir |
|
2017-09-18 23:43 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Yekîtîya Alîmên Olî yên Kurdistanê, bi minasebeta pêkhatina referandûmê û girîngîya wê, fetwayek belav kir û bang li milletê Kurd kir ku di 25ê Îlonê de biçin ser sindoqan û ji bo azadî û rizgarîyê bêjin „ERÊ“.
Alîmên Kurdistanê, di fetwaya xwe de anîn zimên ku hikmê referandûmê ne li dijî hikmê îslamê ye û rexne li wan kesan girt ewên ku dibêjin referandûm li dijî hikmê îslamê ye.
Alimên Kurdistanê, herweha gotin ku „Referandûm û dengdana ku ji bo Serxwebûna Kurdistanê çêdibe, ne li dijî şer û hiqûqa îslamê ye, li vajayî wê ev maf li gor şer-î hiqûqa îslamê ye“.
|
|
|