Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Şertê paşdexistina referandûmê eşkere kir
 
Şertê paşdexistina referandûmê eşkere kir
2017-09-21 20:10
MediaKurd > info@mediakurd.com

Ji sedema ku gellek dewlet û alîyên siyasî dixwazin referandûma serxwebûna Kurdistanê bê bipaşdexistin, Serokê Kurdistanê Mesûd barzanî şertên bipaşdexistina referandûmê eşkere kir.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li navçeya Soranê ragihand ku heke alterntîva ku şûna referandûmê bigre pêşkêşî wan nekin, wê referandûm neyê bipaşdexistin.

Barzanî di axavtina xwe de şertên bipaşdexistina referandûmê jî eşkere kir got: “Pêwiste em bi Bexdayê re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Eger peymanek di navbera Hewlêr û Bexda de çêbibe û şûna referandûmê bigre, her weha ev peyman ji alîyê Amerîka û dewletên Ewrûpayê ve bê destekkirin û garantiya bicîhanîna wê bê dayîn, wê çaxê dibe alternatîva referandûmê“.

Barzanî herweha anî zimên û got ku heke di nava 2 - 3 rojan de pêşniyaza ku şûna referandûmê bigre ji wan re bê pêşkêşkirin, ewê di 25 Îlonê de pîrozbahiyê bikin. Heke nekin, wê di 25 ê Îlonê de herin ser sindoqan û dengên xwe bidin.

Barzanî, herweha çareserkirina deverên ku rewşa wan di nîqaşê de ne û hîna neketine nav sînorên Kurdistanê jî wek şertek ji şertên paşdexistina referandûmê anî zimên.