Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo hilbijartinên Rojava demokratîk in?
 
Gelo hilbijartinên Rojava demokratîk in?
2017-09-21 20:57
MediaKurd > info@mediakurd.com

PYD li Rojavayê Kurdistanê dest bi amadekarîyên hilbijartinên kantonan kir.

Li gor van hilbijartinan, wê nûnerên tax û nehîyeyan, konseyên bajarok û herêman û piştre jî wê ji bo her kantonekê meclîsek û ji wan kantonan jî parlamentoyek hevbeş bê hilbijartin.

Berdevkên PYD eşkere dikin ku armanca wan ji van hilbijartinan ne parçekirina Sûrîyê û veqetandina ji Sûrîyê ye.

Hevserokê PYD Salih Mislim, çi çapemenîyê re got ku armanca van hilbijartinan bi rêkûpêk kirina sîstema federasyon û demokrasîya federal e. Salih got: „Em wek Kurdên Iraqê serxwebûnê naxwazin. Em parçeyek ji Sûrîyê ne. Li Sûrîyê armanca me ne cudabûn, lê federalîzm e“.

Di vê derbarê de Pispora Enstîtuya Waşîngton Fabrîce Balache, hilbijartina referandûma Başûrê Kurdistanê û hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê anîn ber hev û got ku „Armanca herdu hilbijartinan jî bidestxistina meşrûtîyeta navnetewî ye“.

Fabrîce Balache, herweha rexne li siyaseta PYD jî girt û got ku „her çiqasî PYD dibêje ev hilbijartin hilbijartinek demokratîk e jî, lê xuyaye tenê wê dezgehên ku di bin baskên PYD de ne beşdarî bê hilbijartinê bibin. Wê ev hilbijartin bibe pirsgirêka demokrasîyê. Ji ber ku sîstemek pirpartîtîyê û azadî tuneye“.