|
Encama referandûmê: %92.73 ERÊ |
|
2017-09-27 21:43 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referanduma Kurdistanê encamên fermî yên referandûma serxwebûna Kurdistanê aşkere kir. Li gor ragihandina komisyonê, %92.73 xelkê Kurdistanê dengê ”Belê” daye û wan ji serxwebûnê re gotiye "ERÊ".
Li gorî komisyonê, hejmara kesên xwedî mafê dengdanê bi giştî 4 milyon û 581 hezar û 225 kes bûne û ji wê hejmarê jî 3 milyon û 305 hezar û 925 kes beşdarî referandûmê bûne.
Komisyonê daxuyand ku ji hejmara 3 milyon û 85 hezar û 935 dengan, 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan gotine “ERÊ” û deng dane serxwebûna Kurdistanê.
Herwiha 224 hezar û 464 kesan jî dengê “NA” bi kar anîne û ew jî dike %7.27ê rêjeya giştî.
|
|
|