Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Têra xwe dijminatî kirin, niha jî piştgirî
 
Têra xwe dijminatî kirin, niha jî piştgirî
2017-10-02 18:32
MediaKurd > info@mediakurd.com
Têra xwe dijminatî kirin, niha jî piştgirî: „ referandûm mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye û ti kes nikare pêşîya wê bigire“.

Mûrad Karayilan, dîsa got: „ Kurd karin di nav xwe de behsa wê yekê bikin ku gelo wextê referandûmê baş bû yan na, yan jî gelo referandûm çare bû yan na. Ev tiştekî navxwe ya Kurdan e. Lê gef li Başûrê Kurdistanê tê xwarin û dibêjin “we çima ev kar kir, nabe hûn vê yekê bikin. Bila gelê me yê Başûrê Kurdistanê bizane ku heke Tirkîye êrişî Başûr bike em bêdeng namînin. Emê gelê xwe biparêzin“.

PKK a ku li Bakurê Kurdistanê nikare gundekî biparêze û bi hezaran xort û keçên Kurd di xendekan de dan kujtin û nikarîbûn hevalên xwe biparêzin, piştî serketina referandûma Kurdistanê û rûreşîya PKK, niha jî Karayilan bi daxuyanîyên erênî dixwaze dîsa îtîbar û rêza ku di nav Kurdan de anîne sifrê, paşde vegerîne û xwe ji gunehên xwe yên kirêt bişo.