Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Têkilîyên me û Kurdistanê dîrokî ne û baş in
 
Têkilîyên me û Kurdistanê dîrokî ne û baş in
2017-10-06 19:43
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di derbarê pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê de axivî û peyamên girîng dan awira gelemperî.
Wek tê zanîn, bi taybet Tirkîye û Îran zixtên mezin li Kurdistanê û Mesûd Barzanî dikin da ku referandûmê bi temametî rawestîne û behsa serxwebûna Kurdistanê neke. Ji ber vê yekê jî Tirkîye û Îran dixwazin ambargo deynin ser Kurdistanê, sînor û derîyên gumrukên xwe bigrin da ku Kurd nikaribin petrola xwe bifroşin derve.

Di vê derbarê de jî Vladîmîr Pûtîn rexne li vê helwesta Tirkîye û Îranê girt û got ku „astengkirina petrol û gaza Kurdistanê ne di berjewendîya kesekî deye“.

Pûtîn, herweha behda têkilîyên Rûsya û Kurdistanê jî kir û anî zimên ku „têkilîyên Rûsya û Kurdistanê dîrokî ne û baş in“ û got: „Em têkildarê pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Iraqê nabin. Em hewl didin ku rewş xerabtir nebe û pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin“.