Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Erdogan dev ji zirtên xwe bernade
 
Erdogan dev ji zirtên xwe bernade
2017-10-06 19:54
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serokkomarê Tirkîyê û serokê partîya AKP Erdogan, her ku diçe zêdetir dijinatîya Kurd û Kurdistanê dike û rastîya kesayetîya xwe eşkere dike. Erdogan ê ku di dema çûyî de bi avêtina hinek gavên piçûk Kurdên Bakur ji xwe re bi kar anîn û bû desthilatdar, îro sedî sed paşde gav avêtiye û ji dijminatîya Kurdan pêve tu karekî din nake.

Piştî pêkhatina referandûma serxwebûna Kurdistanê, Erdogan zêdetir êrîşkarîya xwe raxist ber çavan û ji bo Başûrê Kurdistanê serbixwe nebe, her tiştî dike. Erdogan, roj namîne ku zirtan li Barzanî û desthilatdarên Kurdistanê neke û gefan li wan nexwe.

Erdogan, bi girtina rêyên asîmanî û derîyên gumrukên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê Barzanî û Kurdistanê tehdît dike û xwedêgiravî dixwaze Kurdan birçî bihêle. Erdogan, herî dawî got ku „me rêyên asîmanî girt, niha emê sînoran jî bigrin“ û zirtên xwe li Kurd û Kurdistanê kir.