Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Şahoz Hasan: Em naxwazin Sûrîye parçe bibe
 
Şahoz Hasan: Em naxwazin Sûrîye parçe bibe
2017-10-18 15:04
MediaKurd > info@mediakurd.com

Hevserokê nû yê PYD Şahoz Hasan, ji Sputnîkê re axivî û got ku ew ne alîgirê parçekirina Sûrîyê ne û tu planên wan ji bo serxwebûna Kurdistanê tunene.

Şahoz Hasan, di axavtina xwe de anî zimên ku ew ji bo dîaloga bi desthilatdarîya Şamê re vekirî ne, ew naxwazin Sûrîye parçe bibe û Kurdistanek serbixwe ne armanca wan e.

Şahoz Hasan, di derbarê têkilîyên PYD, PDK û Barzanî de jî axivî û got: „ Di demên dawîn de têkilîyên me, PDK û Barzanî ne baş in. Ev ji siyaseta wan pêk tê. Dixwazin zêdetir me têxin bin ambargoyê û cîh li me teng bikin. Di derbarê hevkarîya netewî de helwesta me eşkere û vekirî ye. Lê em nizanin helwesta PDK çiye“.