|
Netanyahû dest bi lobîyê kir |
|
2017-10-20 19:51 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî îxaneta malbata Talabanî û hinek serkirdeyên YNK, Kerkûk radestî hêzên Îranê hat kirin û Kurdan darbeyek mezin û bêbextî xwar. Bêdengbûna Amerîka û Hêzên Hevpeyman Kurd zêdetir aciz kirin û mixabin ew bi tenê hiştin.
Di derbarê êrîşên li ser Kerkûkê û şerê di navbera pêşmerge û Haşdî Şabiî ya Îranê de Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, nerazîbûna xwe nîşan da û ji bo piştgirîya Kurdistanê dest bi karê lobîyê kir.
Li gor Ajansa Reuters, Benyamîn Netanyahû ji bo êrîşên li ser pêşmerge û Kurdên Başûr bên rawestandin, di nav serokên dewletên cîhanê de dest bi lobîyê kiriye û piştgirîyê berhev dike.
Li gor gotinên berpirsekî Îsraîlî, di vê mijarê de Netenyahû bi Seroka Almanyayê Angela Merkel û Serokê Rûsyayê Pûtîn axivîye û piştgirî xwestiye.
Di derbarê êrîşên li ser Kurdistanê de herweha Wezîrê Îstîxbarara Îsraîlê Yizsael Katz jî ji Radyoya Telavîvê re ragihand, ku ji bo rawestandina êrîşên ser Kurdistanê kar dikin.
|
|
|