Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : The Economist: PYD tehamilî Kurdên din nake
 
The Economist: PYD tehamilî Kurdên din nake
2017-10-20 20:14
MediaKurd > info@mediakurd.com

Piştî ku bajarê Rakkayê ket destên HSD ku ji hêzên PYD û Ereban pêk tên, kovara Brîtanî The Economist,gotarek belav kir.

The Economist, di gotara xwe de li ser rewşa dawîn a Rpjavayê Kurdistanê û helwesta PYD rawestiyaye û tine zimên ku li Rojavayê Kurdistanê PYD tehamilî kesekî din nake.

The Economist, di gotarê de anîye zimên û dibêje: “Rêveberîya herêmê dixwaze rêveberîyek zordest bi rêveberîyek zordest biguhere. Di meha Gulanê de polîsên asayîşê buroyên partîyên Kurd ên mixalif girt û gellek çalakvanên wan desteser kirin. Çalakvanên partîyên mixalif dibêjin ku nîv milyon Kurd li şûna ku di bin rêveberîya PYD de bijîn, reviyane derveyî welêt”.

The Economist, herweha îddîa kiriye ku zordestîya PYD wê bibe sedema cudabûna Erebên Sunnî û parçekirina HSD jî.