Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : O'Leary: Dîsa îxanet li Kurdan kirin
 
O'Leary: Dîsa îxanet li Kurdan kirin
2017-10-20 20:42
MediaKurd > info@mediakurd.com

Zanyarê Siyasetê Brendan O"Leary ê Amerîkî, çima ku Amerîkayê li cem Iraqê cîh girtiye, rexne li Amerîkayê girt. O"Leary, da zanîn ku Amerîkayê xeletîyek mezin kiriye û got: „Dîsa îxanet li Kurdan kirin“.

Profesorê Zanyarîya Siyasetê yê Zanîngeha Pennsylvania Brendan O"Leary, di nivîsa xwe ya di The Financial Times de got ku „Amerîka û Hêzên Hevpeyman Kurdistanê dimijin“ û got: „Ji bo li Iraq û Sûrîyê zora DAŞÎê bibin, Kurd bi kar anîn. Û gava ev kirin jî Iraq ji bo Îranê, Sûrîye ji bo Beşar esed û Rûsan hiştin û îxanet li Kurdan kirin“.

O"Leary, serpêhatîyên 1975an anîn ber çav û dîsa gotiye:

„Desthilatdarên Amerîkayê Richard Nixon û Henry Kissinger di 1975an de îxanet li Kurdan kirin. Û îro jî Donald Trump, Rex Tillerson, Brett McGurk û Wezareta Derve ya Brîtanyayê îxanetê li Kurdan dikin“.