Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Şêx Cafer: Bafil Talabanî xiyanet bi milletê Kurd re kir
 
Şêx Cafer: Bafil Talabanî xiyanet bi milletê Kurd re kir
2017-10-22 14:10
MediaKurd > info@mediakurd.com

Xiyaneta ku beşek ji YNK û malbata Barzanî li Kurdan kir, di nava YNK de jî bû sedema serêşî û nakokîyên mezin.

Di vê derbarê de Endamê Polîtburoya YNK û Serdarê Pêşmerge Şêx Cafer Mistefa axivî, Bafil Talabanî wek xiyanetkar bi nav kir û got: „Bafil Talabanî îxanet bi milletê Kurd re kir“. Cafer, herweha soz da ku ewê dîsa wan deverên ku hatine dagîrkirin paşde bistînin.

Şêx Cafer Mistefa, ji rojnameya Kuweyt Al Raî re axivî û di derbarê bûyerên dawîn de dîtinên xwe anîn zimên.

Şêx Cafer, ji rojnameya Al Raî re got: „Paşdekişandina me ya ji Kerkûkê taktîkî bû, ji bo em Pêşmerge biparêzin û rê li ber şerê navxweyî bigrin, me Pêşmerge paşde kişand“.

Şêx Cafer, anî zimên ku Tirkîye û Îranê hêzên Iraqê sor kirine û da ku Kerkûkê dagîr bikin û got: „Hêzên Iraqê û Haşdî Şabiî bi rêbertîya Tehranê xaka Kurdistanê dagîr kirin. Li Kerkûkê Bafil Talabanî xiyanet kir. Piştî xiyaneta Talabanî, ji bo şerê navxweyî çênebe em bêgav man xwe paşde bikşînin û rêya dîalogê vekirî bihêlin“.

Şêx Cafer, da zanîn ku Serok Barzanî ferman daye da ku hêzên Pêşmerge yekrêz bin û xaka dagîrkirî paşde bê standin.