Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ebadî dîalog red kir û rê ji şer re vekir
 
Ebadî dîalog red kir û rê ji şer re vekir
2017-10-26 22:13
MediaKurd > info@mediakurd.com

Encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê her çar dewletên dagîrker tirsandin. Serxwebûna Kurdistanê tê wateya parçebûna her çar dewletên dagîrker û ji ber vê yekê jî dewletên dagîrker ji bo ku Başûrê Kurdistanê serbixwe nebe, dijminatîya xwe datînin alîyekî û her hevkarîya hev dikin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşniyaza dîalogê û rawestandina şer ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kiribû. Lê Ebadî şert û mercên ku Kurd nikaribin qebûl bikin dabû ber Barzanî û xwestibû ku referandûm bê betalkirin, derîyên sînor radestî hikûmeta Iraqê bên kirin û hêzên Pêşmerge ji holê bên rakirin. Ji ber vê yekê jî Ebadî dîalog red kir û rê ji şer re vekir.

Piştî redkirina dîalogê, Ebadî bi daxwaza Îran û Tirkîyê fermana şer da û li Mexmûr û hinek deverên din şer gur bû. Di vî şerî de Pêşmergeyên Kurdistanê darbeyên mezin li hêzên Iraq û Îranî xistin û ew mecbûrî xwepaşdekişandinê kirin.

Piştî darbeyên Pêşmergeyên Kurdistanê ku di 2-3 rojên dawîn de zêdeyî 300 leşkirên artêşa Iraq û Îranê hatin kujtin, tê gotin ku Ebadî niha li rêyekê digere ku şer rawestîne û rêya dîalogê veke.