Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Franks: McGurk dijminê Kurdistanê ye
 
Franks: McGurk dijminê Kurdistanê ye
2017-10-26 23:32
MediaKurd > info@mediakurd.com

Berpirsê Amerîka yê Hêzên Hevpeyman yên li dijî DAÎŞê Brett McGurk pir xirab dilîze. Yek ji wan kesan e ku nedixwest Kurd referandûma serxwebûnê bikin û piştre jî gellek caran bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin kiribû.

Di derbarê Brett McGurk de Senatorê Komarxwazan ê Kongreya Amerîkayê Trent Franks, axivî û Brett McGurk wek zilamê Obama û dijminê Kurdistanê bi nav kir.

Senatorê Kongreya Amerîkayê Trent Franks, ji hesabê xwe yê Twîtterê de rexneyên hişk li Brett McGurk girt û got: „Îranîyên spî yên li Iraqê bi êrîşkirina ser hevkarên me yên Kurd Amerîkayê ji taqat dixe. Zilamê Obama McGurk bi awayekî çalak ji hemleyên Serok Trump yên li dijî Îranê re astengîyan derdixe. McGurk dijminê referandûma serxwebûna Kurdistanê ye û ew yek ji mîmarên radestkirina Kerkûkê ye“.