Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ji raya giştî û ji dostên milletê kurd re
 
Ji raya giştî û ji dostên milletê kurd re
2017-10-29 09:19
MediaKurd > info@mediakurd.com
Ji raya giştî û ji dostên milletê kurd û ji dijminên dagirker û kolonyalîst û herweha ji xiyanetkarên bi nav kurd re

Referanduma serxwebûnê ya 25 Êlûnê ku li başûrê Kurdistanê bi nîzamek demôkratîk û bi aramî bi îradeya Kurdistaniyê û din bin çawdêriye Walatên Yekbûyî û gelek çawdêrên walatên cîhanî de bi %92,75 bi îradeye "ERÊ" ya Kurdistaniyê hatiye pajirandin.

Ev îradaye hilbijartina referanduma serxwebûne Kurdistana başûr dost û dijminên milletê kurd jî dizanin ku di cîhanê de nûmûneyeke ku bê şaîbe û dî nava arami de û li gôr normên heq û huquqên navnetewî û nîzamek demokratîk de bi dengek bilind biryara çarenûsiya xwe ragihandine.

Ev biryara ragihandina referanduma serxwebûna Kurdistanê mafê kurdan yê reva û weke şirê dayika wan jî helal e.

Belê milletê kurd em baş bizanibin ku referandume serxwebûnê li başûrê Kurdistanê 10 sal pêş de jî çêbibûna, plan û projeyên dagirkeren û kolonyalîst û xîyanetkarên bi nav kurd û hinek rêxistinên xwefirôş yê terôrî yê nawxwe li hember rêzdar serok Kek Mesûd Barzanî û milletê kurd ne di gûherîn.

"Dîrok her tim şahidê wê ye!"

Lê carek din bi minesebeta referanduma serxwebûna Kurdistana başûr ku dewletên dagirker û kolonyalîst yê dijminatiya hevûdu dikirin îrô li hember kûrdan ketin nawa îttîfaqa qirrêj.

Û çawa Kurdistana başûr bê nefes bikin, birçî bikin,riyên alîkariya xwe xwedîkirinê li ser wan bigirin û herîşên çekdarî, leşkerî, bi rêxistinên terôrîstî bi hev re herin ser pêşmergeyên qehraman û rêzdar Kek Mesûd Barzanî û Kurdistanê dagir bikin.

Lê bila cîhan jî û xiyanekarê bi nav kurd û dewletên dagirker Ji bizanê ku kurd ne kûrdên berê yê ku bi bratiye îslamî û xapandina bratî destê aşîtî dirêj dikir, dûre we qatîlamên mezin bi Serê kûrdan da di anîn.

Bi îttîfaqa xiyanetkarên bi nav kurd û hêzên Dewlete şii ya merkeze terôrîstî ya îranê û bi serpereştiye serok wezîrê eyalete îranê ya bagdadê Ibadî rêxistine terôrîst Haşdî Şabî û bi îttîfaqa Dewlete tirkî ya dagirker diyar bû ku îslamiye we û bratiye we hemû planên we li ser dagirkirina kurd û Kürdistanê ye.

Em bangî serok komarê Tirkiye brêz Recep Tayyip Erdoxan dikin ev biryara li ser dorpêçkirina Kurdistana başûr ne ji bo berjevendiyê Tirkiyê ye û ne jî bo berjevendiyê dahatûye îktîdara AKP ye.

Gef û tehdîtên li ser Rêzdar serôk Kek Mesûd barzanî û Kurdistana başûr li ser 25 milyon kurdên Kurdistana bakur û hemwalatiyên tirkiyê ye.

Em hêvîdarin ku brêz Recep Tayyîp Erdoxan Çawa di daxuyaniyên xwe de hertim dianî ziman digot ”Min nijadpersetî kiriye bin lingê xwe de û dostanî û bratiya kurdan û pirsgirêka çareseriyê xwe wazîfedar dîtiye” û kurdan piştgiriya xwe di heman demê de li cem wî diyar kiriye, carek din di ber çawa de derbas bike.

Di gûherandinê rojhilata navîn û nawerast de jiyan ji gelek sûrprîzan re vekirî ye.
" Dinya ji sûltan Silêman re nemaye"

Em wek Însiyatîfa Yekîtiya Partî Demokrat yaa Kurdistanê di demê biryar standina diyar kirina referanduma serxwebûne Kurdistana başûr de di çapemeniyê de jî me piştgiriya xwe bi reh û rîşelên xwe diyar kir û pîrozbahiye wê biryarê me bi raya giştî re parve kir.

Em wek Însiyatîfa Yekîtiya Partî Demokrat ya Kurdistanê carek din dengê xwe bi raya giştî re parve dikin, ku em tenê ne bi daxuyaniyê bi bedene xwe jî piştgir û li bende emr û dengê rêzdar serôkê kurd û Kurdistanê kek Mesûd Barzanî ne.

Bila dost û dijmin jî bizanin ku em nefesa Rêzdar Serok Kek Mesûd Barzanî û ya pêşmergeyên qehreman di nava rih û rîşelên xwe de his dikin.

Herweha em wek Însiyatîfa Yekîtiya Partî Demokrata Kurdistanê bi her awayî li cem Rêzdar serok Kek Mesûd Barzanî û pêşmergeyên qehreman û başûrê Kurdistanê xwe vazîfedar dibînin û piştgiriya xwe bi raya giştî re parve dikin.

Ahmet Acar
Nûnerê Însiyatîfa Yekîtiya Partiya Demokrata Kurdistan