Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Brîtanya dîsa xiyanet li Kurdan kir
 
Brîtanya dîsa xiyanet li Kurdan kir
2017-10-29 13:39
MediaKurd > info@mediakurd.com

Dewleta Brîtanyayê kîn û nefreta xwe ya li dijî Selaheddînê Eyyûbî ji torinên wî, ango ji Kurdan distîne û ji bo berjewendîyên xwe yên petrolê li dijî Kurdan piştgirîya Iraq û Îranê dike.

Ingilîzên ku di seranserê cîhanê de zilm li piranîya gelên bindest kirine û welatên gellek milletan ji bo berjewendîyên xwe dagîr kirine, Kurdistan jî kiribûn 4 parçe û ji wê rojê û heta bi îro jî dijminatîya Kurd û Kurdistanê dikin.

Brîtanyayê herî dawî bi awayekî eşkere piştgirî da hikûmeta Bexdayê û qebûl nekir ku di reşnivîsa Encumena Asayiîşa Neteweyên Yekbûyî de gotina “divê rêz li mafên Kurdan bên girtin”, cîh bigre.

Hikûmeta Brîtanyayê, ji bo ku karibe parê ji petrola Kerkûkê bistîne dixwaze şîrketa Brîtanî British Petroleum (BP) bi hikûmeta Iraqê re kar bike û li Kerkûkê petrolê derxîne. Bi vî awayî Brîtanta, Kurd û Kurdistanê kir bi qurbana çend warîl petrol û bû şirîkê kujtin û