Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Çima Kurd bêdewlet hatin hiştin
 
Çima Kurd bêdewlet hatin hiştin
2017-10-29 13:47
MediaKurd > info@mediakurd.com
Nevzat Keskin

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî vê pirsê dike û di pêvekê de jî wiha berdewam dike. “ ‘Eşîr û qebîleyên Afrîka kirin dewlet, lê çima ne Kurd?”. Di dema xwendina bilind-masterê- û nivîsnadina tez/behisa xwe de, ez li vê pirsa mamoste Beşîkçî gerîyam. Min pir tiştên qedirbiha dîtin û qeyd kirin. Lê ji bo ku xebata min akademîk bû ez mecbur bûm xwe ji his û nerînên netewî durbikim. Lê niha di dema ku Rojhilata Navîn careke din ji nûve tê neqîş kirin û alozîyên sîyasî derdikevin ser rûyê erdê careke din divê em dem/salên 1900-1945’î ji nûvê bixwînin û analîz bikin. Gelo di bêdewletbûna Kurdan de cezakirinek hebû? Eger tiştek wisa hebe, kê û ji ber çî xwestin Kurdan ceza bikin? Rastîyên dîrokê di bûyeran de, mebest, hedef, û armanc jî di gotin û helwestan de veşartîne.

Çima Kurd bêdewlet hatin hiştin? Piştî vê pirsê, divê ev were pirsîn ku Kurdan, çi bi kê kiriye? Di dîrokê de zerara Kurdan gihayê kê û çawa?

Dema ku em li dîrokê binerin û hevpeymanên Kurdan bi Tirk û Ereban re binirxînin, em dibînin ku di dema têkilîyên Kurdan bi Tirkan re, di salên 1071’de hevkarî û alîkarîya dewleta Kurdî Merwanîyan bi Selçuqîyan re li hember Bîzansîyan bû destpêka herivandina Împaratorîya herî bi hêz. Lêwra bi vê alîkarîya Kurdan ku li gorî hin îddîayan 10.000 siwar/şerwan bûn, li Milazgîr’ê pîşta Bîzansîyan şikandin û qralê wan Romen Dîyojen jî dîl girtin. Bi vê têkçûnê Selçuqî hin bi hin li Anadolê pêşketin û di dawîyê de jî Osmanîyan derbeya mezin li Bîzansîyan xistin ku heta niha jî nikarin serê xwe rakin. Împaratorîya Bîzansî ji bo Awrûpayê pir girîng bû. ew bingeha ilm, kultur, sîyaset, dîn û civaka Awrûpayê bû.

Çima evqas çîrok? Çîmkî Kurd bûne sedemek ku Tirk derbasî Anadolê bibin. Ev yek jî bu sedema ku kelha saristanîya Awrûpa bi hêrive. Ji xwe êdî em dizanin ku Tirk heta bi derîyê kelha Vîyana yê jî çûn.

Salahaddînê Eyyubî qehremanek bêhempa û adîl bû. Di belgeyên Awrûpîyan de edaleta wî tê pesandin. Lewra jî di film û berhemên dîrokî de hertim pesnê wî tê dayîn tevî ku dijminê wan bû.

Dewleta Endulus Emewîyan jî mîna Osmanîyan êriş birin ser Awrûpayê. Awrûpî ji wan bêzar bûbûn. Tevî şerê navxweyî yê began(derebeyî) di navbera wan de jî, li ser xala Xeçperezîyê li hevkirin û xwestin hêzekê bi alîkarîya Papa serokê Ola mesîhîyan top bikin û Qudsa pîroz ku ji bo sê olan( Cihû, Misliman, Mesîhî)yan pîroz e, bidest bixin. Di wê demê de jî mîna niha Ereb, Tirk û Eceman şerên mezhebî dikirin. Fatîmîtî, Xarîcîtî, Erebîtî û Mutezîlê sê mezhep û nêrîn bûn, ku bi hevre şer dikirin û herwiha bingeha wan di asta çekdarî de jî bûbû sedema gengeşîyan. Di eynî demê de Xeçperezan Qudsa pîroz bidestxistin. Selahaddînê Eyyûbî Qudsa pîroz ku 88 salan di destê Frenkan de dîl bû azad kir. Xeçperest rastî têkçûyînekê hatin ku nikarîbûn careke din biserxweve werin. Selahaddîn nehişt ku qralê Ingilîz Richard bigihîje miraza xwe.

Piştî 700 salî, di dema ku Qudsa pîroz ji destê Osmanîyan derket û ket destê Ingilîzan (1916) de fermendarê Ingilîz wiha dibêje “niha Xeçperez biserketin” û di eynî demê de wexta ku bajarê Şamê jî dikeve destê Fransîyan de fermandarê arteşa Rojhilata Navîn yê Fransî jî diçe ser tirba Selahaddînê Eyyûbî û wiha gazî dike “ vaye em careke din hatin Selahaddîn”. Eger ku em li van helwestan binerin em dibînin ku armanc di gotinan de veşartiye. Piştî vê serkeftinê neqîşvanên Rojhilata Navîn bûn Fransî û Ingilîz. Ew bûn, yên ku Kurd bêdewlet hiştin û sedemek ji vê jî bûyerên di kûrahîya dîrokê de bûn. Ji xwe ne mumkun e ku ev armanc raste rast were ziman, lê hedef di gotinên dîrokî de veşartiye. Ji Kurdan heyfa xwe dihilandin.

Di dema herba cîhanê ya yekemîn û berîya wê jî de Tirkan û Ereban bi Ingilîzan re hevkarî dikirin da ku ji Osmanîyan xelas bibin. Di nav Ereban de melîkê Mekkehê û Medîne, Iraq û Şamê ku weke Şerîfê Mekkehê dihata naskirin Melîk Faysal bi Ingilîzan re (Lawrence) hevkarî dikir û êriş dibire ser baragehên Osmanîyan. Ataturk jî bi eynî rê û rêbazê alîkarî ji Ingilîz, Fransiz û hin caren jî ji Rusan digirt da ku dewleteke sekuler ava bike. Lê di eynî demê de Seîdê Kurdî li Stenbolê belavok li hember dagirkerîya Ingilîzan belav dikirin û piştgirîya xwe ji bo xelîfê Osmanîyan nîşan dida. Şêz Mehmud Berzencî li Başûr li hember Ingilîzan şer dikir. Kurdan li Surî jî li dijî Fransîyan xebatên sîyasî dikirin. De vêca werin bila Ingilîz û Fransiz di wê rewşê de ji bo Kurdan dewleteke serbixwe bixwazin.

Em dibînin ku herdû hêzên sereke Fransiz û Ingilîz yên wê demê ku neqişvanên herêmê bûne, heyfa xwe ji Kurdan dihelînin û bêdewletbûnê weke cezayekî giran didin Kurdan. Navê wê jî kirin Sykes-Pîcot. Çima cezakirin? lewra, Kurd sersebebên herivandina kelha şaristanîyan Awrûpayê, Bîzansê ne, sebebên tekçûyîna artêşên Xezperezan li Rojhilata Navîn in û parastavanê xelîfetîya Osmanîyan e. Ji ber van sedeman Ingilîz û Fransizan gotin “ha ji were bindestiya birayên we yên ku wê ji me parastin û li serê me kirin bela”. Lê eynî Ingilîz û Fransîyan bi dehan qebîle û ‘eşîrên Afrîka û cîhanê kirin dewlet û dewletbûyîna wan jî bi cîhanê dane qebul kirin. Dibe ku bersiva Mamoste Beşîkçî ev be.

Niha dem guherî, Kurd jî êdî tevî dek û dolabên dagirkeran û bêhêzbûna xwe bi dewletên bihêz re peymanan çêdikin û bixwe hatine. Bi hêvîya ku êdî qedera Kurdan were guhertin. Ev destkevtî nebin qurbanîyên biratîya dînî û gelan. Lewra Kurdan ne ji biratîya olî û ne jî ji biratîya gelan ya Romî, Ecem û Ereban tu xêr nedîtin.

K24