|
Qeredaxî: Kesê ji bo berevanîya xaka xwe bê kujtin şehîd e |
|
2017-10-29 14:17 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî, bi fetwayekê eşkere kir ku şerê Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqî heram e. Qeredaxî, anî zimên ku „Kesê ji bo berevanîya xaka xwe tê kujtin şehîd e“ û Pêşmergeyên cangorî wek şehîd nirxand.
Qeredaxî, di daxuyanî û ferwaya xwe de anî zimên ku şer û xwînrijandin sûdê nade tu kesekî û got: „Ez wek Elî Qeredaxî fetwaya heramkirina şerê di navbera mislimanan de didim û pêwîste dan û standin bên qebûlkirin. Eger ne li hember îslamê be jî, xurtkirina şer û bijardeya leşkerî, dibe pozbilindî û xwe mezinkirin, ku xwedê jî vê yekê qebûl nake. Kî di dema berevanîya xwe de bê kujtin şehîd e û cihê wî buhuşt e, cihê ewê din jî dojeh e".
|
|
|