|
Amerîka dixwaze Kurdistanê ji Sûrîyê bide destpêkirin |
|
2017-11-07 00:43 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Nûnerê Taybet û Pûtîn Prof. Dr. Aleksandr Dugîn, di derbarê Kurdistanê de axivî û dîtinên balkêş pêşkêşî awira gelemperî kir.
Li gor Dugîn, Amerîka piştgirîya Kurdistanek serbixwe kiriye û dixwaze Kurdistanê ne li Iraqê, lê ji Sûrîyê bide destpêkirin.
Prof. Dr. Aleksandr Dugîn gotiye: „Heke em karibin bi Îran, Turkîye, Sûrîye û Iraqê re bên ba hev û ji Kurdan re tiştekî maqûl pêşniyaz bikin, emê karibin ewlekarîya xwe biparêzin û Kurdan ji bin kontrola Amerîkayê derêxin“.
Dugîn, behsa nasmaneya Kurdî jî kiriye û gotiye: „Divê em nasnameya Kurdî binpê nekin, gava em nasnameya Kurdî binpê dikin, Kurd dikevin destê Amerîka û Îsraîlê. Kurd baş şer dikin, divê em rê nedin ku Kurd bikevin bin xizmeta emperyalîzma Amerîkayê“.
Aleksandr Dugîn, çareserîya pirsa Kurd di yekrêzîya xaka Sûrîyê de dibîne û li gor wî „Divê Sûrîye yekparçe bimîne û mafê hemû kêmneteweyan bê garantî kirin“.
|
|
|