|
Alîkarîya Amerîkayê berdewam e |
|
2017-11-21 23:23 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Amerîkayê çekên nû ji Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê re şandin.
Ji bo ku HDS ÎŞÎDê ji Dêrezorê bike der û Dêrezorê ji ÎŞÎDê paqij bike, Amerîkayê120 Jîpên Hummer ji HDS re şandin.
Alîkarîya Amerîka ya bi HDS (ku giranîya wê ji PYD û YPG pêk tê) re ne tenê wek piştgirîya Kurdan, lê herweha wek li Sûrîyê man û derneketina Amerîkayê tê nirxandin. Pisporên siyasî di wê bawerîyê de ne ku Amerîka bi şandina çekên giran û piştgirîya HDS mana xwe ya li Rojavayê Kurdistanê qayîmtir û garantî dike. Pisporên siyasî mana Amerîka û garantîya Amerîkayê bi Kurdan ve girêdidin û dibêjin ku buhayê wê garantîyê jî yan xweserî yan jî federasyon e.
|
|
|