|
Zana ji wekîltîyê avêtin |
|
2017-11-21 23:53 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Komisyona Meclîsa Tirkîyê biryar da ku wekîltîya Leyla Zana bixe û dawî li wekîltîya wê bîne.
Komisyona Edaletê ya Meclîsa Tirkîyê, ji ber ku Leyla Zana sûnd nexwaribû û ji ber sûndnexwarinê jî nikarîbû beşdarî çalakîyên yasayî bibe, biryar da ku dawî li wekîltîya wê bîne û wê ji wekîltîyê bavêje. Piştî biryara komisyonê, wê dosya Leyla Zana bê meclîsa giştî û meclîsa giştî wê biryara dawî li ser Leyla Zana bide.
Heke meclîsa giştî jî heman biryarê bide, wê biryar bi zêdebûna dengên wekîlên meclîsê bê girtin û Leyla Zana ji wekîltîyê bê avêtin.
|
|
|