|
Bitenêhiştina Kurdistanê xeletîyek pir mezin e |
|
2017-11-23 16:35 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Hinek siyasetmedar û leşkirên pispor yên Amerîkî siyaseta Amerîkayê rexne dikin û di wê bawerîyê de ne ku „ di derbarê bitenêhiştina Kurdistanê de Amerîka xeletîyên mezin dike û divê Waşîngton rojek berî rojekê ji vê xeletîya xwe vegere“.
Li gor wan siyasetmedar û leşkirên Amerîkî, tenêhiştina Kurdistanê projeyên Amerîka yên li Iraq û Sûrîyê xistiye xeterê û ev polîtîka xelet dihêle ku Îran zêdetir xurt bibe û bandorê li herêmê bike.
Namzetê kevn yê Partîya Demokrat yê Serokatîya Amerîka Joe Lieberman, anî zimên got: „Divê desthilatdarîya Amerîkayê rojek berî rojekê ji siyaseta xwe ya xelet ya li Iraqê vegere û zixtan li Iraqê bike ku çekên Amerîkayê ji armancên şaş re bi kar neyne“.
Lieberman, da zanîn û got: „Dijderketina me ya li hember referandûma serxwebûna Kurdistanê xeletîyek pir mezin bû. Îro çareserîya herî maqûl ew e ku Amerîka zixtê li Iraqê bike ku Iraq zixtê li desthilatdarîya Kurdistanê neke“.
Orgeneral Charles Wald jî di derbarê siyaseta Amerîkayê de axivî û got: „Heke polîtîka û stratejîyek aqilane ya Qesra Spî û Wezareta Derve hebûya, çekên Amerîkayê nediketin destê Mihafizên Şoreşa îranê û milîsên Îranê bi çekên me êrîşî Kurdistanê nedikir. Li herêmê tenê yek hevkar û dostê me hebû ew jî Kurdistan bû“.
|
|
|