Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Fîsk: Amerîkayê xiyanet li Kurdan kir
 
Fîsk: Amerîkayê xiyanet li Kurdan kir
2017-11-24 22:21
MediaKurd > info@mediakurd.com

Hem siyasetmedar û pisporên leşkirê yên Amerîkayê, hem jî hinek siyasetmedar û pisporên Rojhilata Navîn, siyaset û polîtîka Trump û Amerîkayê bi neyînî û têkçûyî dinirxînin. Pispor di wê bawerîyê de ne ku bi vê siyaseta şaş wê Amerîka li Rojhilata Navîn wenda bibe û holê ji Rûsya û Îranê re bihêle.

Pisporê Rojhilata Navîn û nivîskarê rojnameya Întependet Robert Fîsk, di gotara xwe de şik û gumanên xwe anîn zimên û siyaseta Amerîkayê rexne kir.

Robert Fîsk, anî zimên ku „Li Rojhilata Navîn tu polîtîkayek derve ya Amerîkayê nemaye û dibêje: „Polîtîka Amerîka ya li Rojhilata Navîn top avêt (îflas kir), Amerîkayê xiyanet li Kurdan kir û wê bike“.

Fîsk, rexneyan li siyaseta Trumg û Amerîkayê digre, dibêje: „ Reagan, Clînton û Obama birastî jî li herêmê xwedî bandor bûn. Lê îro kî li herêmê biryarê dide?“.

Robert Fîsk, di dawîyê de şik û gumanên xwe yên di derbarê siyaseta Amerîkayê de tîne zimên û dibêje: “Di mehên pêşîya me de wê terka Kurdan bê kirin, wê xiyanet li Kurdan bê kirin. Ji çend hêzên taybet yên Amerîkayê pêve, wê Amerîka bi temametî ji ber çavên me wenda bibe“.