|
Alîkarîya bi HDS re didome |
|
2017-11-27 19:34 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Rayedarên dewleta Tirk dilê xwe xweş dikin û dibêjin" Trump soz daye me ku êdî hew çekan bidin Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê (YPG)". Lê dixuye ku gotinên wan ne rast in û ew tenê xwe û civaka Tirkîyê dixapînin.
Di derbarê gotinên rayedarên dewleta Tirk û alîkarîya bi Hêzên demokratîk ên Sûrîyê re rojnameya Îsraîlê Jerusalem Post, radigand ku „Berdevkên Koalisyona Navndewletî ji wan re axivî ne û gotine ku ewê alîkarîya bi Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê re bidomînin û di şerê li dijî ÎŞÎDê de wan bi tenê nehêlin“.
Jerusalem Post, ji devê rayedarên Koalisyona Navndewletî gotiye: „Koalisyon, wê li dijî ÎŞÎDê çek, perwerde, şêwirmendî û alîkarîya xwe ji bo HDS bidomîne. HDS hevkarîyek ji Ereb, Kurd, Asûrî, Turkmen, Ermenî û grûpên din yên li dijî ÎŞÎDê pêk tê. Kalisyon, ji bo têkbirina ÎŞÎDê wê bi dewamî alîkarîya HDS bike“.
|
|
|