Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Heke xiyanet neba niha Kurdistan di rewşek din de bû
 
Heke xiyanet neba niha Kurdistan di rewşek din de bû
2017-11-27 20:00
MediaKurd > info@mediakurd.com

Xiyaneta Kerkûkê ji bo demekê be jî rê li ber serxwebûna Kurdistanê girt û xeyalên Kurdan nîvco hişt. Lê Serok Barzanî dibêje „ev rewşa niha rewşek demkî ye, wê derbas bibe û wê îradeya milletê Kurd biserkeve.

Mesûd Barzanî, li Selahedînê bi encumenên parêzgerên girêdayî PDK yên li sînorên Silêmanî, Helebçe û Raperîn re civîya û ji wan re axivî. Barzanî, da zanîn ku her çiqasî îxanet li gelê Kurdistanê hatibe kirin jî, lê gelê Kurdistanê ne şikestiye.

Serok Barzanî, di axavtina xwe de dupat kir ku sedema vê rewşa niha ne referandûm e û Bexda ji zû de dixwest êrîşî Kurdistanê bike. Referandûm nehatiba kirin jî, plan û projeyên li dijî Kerkûkê her hebûn.

Barzanî, pêkanîna referandûmê wek biryarek rast qebûl kir û got: „Diviyabû referandûm zûtir bihata kirin“ û referandûm wek „pîroztirîn û rewatirîn destketinên niştimanî û netewî“ bi nav kir.

Barzanî, herweha da zanîn ku bi xiyanet û dagîrkirinê nasnameya Kerkûkê û navçeyên din yên li derveyî îdareya Kurdistanê nayê guhertin.