|
Mattîs: Emê wek „Hêzên Polîs“ piştgirîya PYG bikin |
|
2017-12-02 23:34 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Jîm Mattîs, ji bo 5 rojan berê xwe da Rojhilata Navîn û wê serdana Misir, Urdun, Pakistan û Kuweytê bike. Mattîs, di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da û di derbarê daxwaza Erdogan û rewşa YPG de axivî.
Jîm Mattîs, ji rojnamevanan re anî zimên ku ewê di xeta Trump de berbipêş herin û di çarçoveya axavtina Trump û Erdogan de tev bigerin. Wek tê zanîn, Tirkîye û Erdogan dixwazin ku Amerîka hew çek û sîlehan bide YPG û YPG bi çekên giran nexemilîne.
Ji alîyê din Mattîs, di derbarê çekdayîna YPG de jî axivî û da zanîn ku wan têra xwe çek dane YPG û di rewşa niha de êdî pêwist nake ew çekên din bidin YPG.
Mattîs, behsa şerê piştî ÎŞÎDê jî kir û got: „ Piştî ku em hatin dawîya operasyonên li dijî ÎŞÎDê, wê polîtîka Amerîkayê ev be ku ji çekdarkirina HDS zêdetir mewzîyên Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê biparêze“.
Jîm Mattîs, di dawîyê de got ku piştî têkbirina ÎŞÎDê wê pêwistî bi hêzên ewlekarîyê hebe da ku ÎŞÎD carek din venegere û ewê wek „Hêzên Polîs“
|
|
|