Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hewlên ji bo artêşek hevbeş berdewam in
 
Hewlên ji bo artêşek hevbeş berdewam in
2017-12-06 18:48
MediaKurd > info@mediakurd.com

Wezareta Pêşmerge, berî xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin hewl dabû ku artêşek netewî û hevbeş ji hêzên pêşmerge yên PDK û YNK pêk bîne. Lê xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin, darbeyek li pêkanîna artêşa hevbeş jî xist û ew plan û proje têk birin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî carek din dest bi hewlên damezrandina artêşek hevbeş û netewî kir. Barzanî, ji bo artêşek hevbeş û netewî pêk bîne, bi berpirsên pêşmergeyên Kurdistanê re dest bi hevdîtinan kir.

Endamê Polîtburoya YNK Mistefa Çavreş, eşkere kir ku „Barzanî ji bo yekkirina hêzên pêşmerge civînek pêk anîye û bi wî û efserê YNK Şêx Cafer şêx Mistefa re hevdîtinek kiriye“.

Xiyaneta li Kerkûkê carek din nîşan da ku artêşek hevbeş, yekgirtî û netewî tunebe wê Kurd û Kurdistan nikaribin pêşeroja xwe misoger bikin, û wê xiyanetên wek xiyaneta Kerkûkê dubare bibin.