|
Netanyahu bersiva Erdogan da |
|
2017-12-10 22:06 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Amerîkayê Trump bajarê Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas kir û vê biryarê li seranserê cîhanê deng da.
Di derbarê biryara Trump de dewleta ku serokkomarê Tirkîyê Erdogan bi xwe zor tîne û dijberîya Îsraîlê dike.
Erdogan çawa ku li hember Ewrûpayê bê hesab diaxive, li hember Îsraîlê jî bê hed û bê hesab diaxive û sînoran ji axavtinên xwe re nas nake. Erdogan vê ca rê dewleta Îsraîl wek dewletek terorîst û dagîrker bi nav kir.
Di derbarê tohmetên Erdogan de Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû bêdeng nema û li Parîsê bersiva Erdogan da.
Benyamîn Netanyahû, li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtinek kir û di vê hevdîtinê de rexne li Erdogan girt.
Netanyahû, di civîna çapemenîyê de behsa Kurdan jî kir û got: „Ez ne ew kes im ji serokekî ku „di welatê xwe de gundên Kurdan bombebaran dike, rojnamevanan davê zindanê, ambargoyên navnetewî yên li hember Îranê qul dike û mirovên masûm û bêguneh dikuje“ dersê wergirim“.
Netanyahû, rasterast ji Erdogan re got "Tu gundê Kurdan bombebaran dikî, Kurdan dikujî, rojnamevanan davêjî zindanan, peymanên navnetewî binpê dikî, alîkarîyê dide terorîstan û mirovên bêguneh dikujî".
|
|
|