|
Hewl tê dan hêzên pêşmerge bibin yek |
|
2017-12-11 20:17 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet, da zanîn ku ew dixwazin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin yek û wan di nav sîstemek hevbeş de bînin ser hev.
Hewl û xebata yekkirina Hêzên Pêşmeye berê jî hebû. Lê ji ber xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê darbeyek mezin xwar û yekîtîya wan pêk nehat.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet anî zimên ku „ew cardin hewl didin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin yek û got: „Em dixwazin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin yek û wan di nav sîstemek hevbeş de bînin ser hev. Ev erka me ya herî girîng e“.
|
|
|