|
Divê em dest bi nîqaşa Kurdistana xweser bikin |
|
2017-12-15 23:37 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Ji alîyekî yekrêzîya xaka Iraq û Sûrîyê tê paraztin, ji alîyê din jî hinek rayedarên dewletên wek Amerîkayê behsa xweserîya Kurdistanê dikin. Yek ji wan jî kevneserokê Ajansa Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Michael Hayden e.
Michael Hayden, di wê bawerîyê de ye ku êdî dewletek bi navê Iraq û Sûrîyê nemaye û divê Amerîka dest bi pêvajoya damezrandina Kurdistanek xweser bike.
Michael Hayden, ji Dengê Amerîkayê re axivî û behsa rewşa Iraq û Sûrîyê kir. Hayden got: „Li Îraq û Sûrîyê dema nasnameya dewleta ûnîter li paş ma. Pêkhateyên cuda wê derkevin holê û yek ji wan jî wê Kurdistana xweser be.”
Haydn, bi dewamî anî zimên û got:“ Bi dîtina min, welatên wek Iraq û Sûrîye êdî nemane. Bi temamî ji holê ranebûne, lê nasnameya dewleta ûnîter jî nemaye. Divê em bi dostên xwe yên li Enqerê re rûnên û ji wan re bêjin ku wê Kurdistanek xweser hebe. Bêguman mijarek pir zehmet e, lê qet nebe wê bibe nîqaşek rast. Divê em di zûtirîn wext dest bi vê pêvajoya îqaşê bikin.”
|
|
|