Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Roja Alaya Kurdistanê pîroz be!
 
Roja Alaya Kurdistanê pîroz be!
2017-12-17 23:14
MediaKurd > info@mediakurd.com

17ê meha Kanûnê ji alî Hikûmeta Kurdistanê ve wek "Roja Alaya Kurdistanê" hatibû pejirandin û Kurd li seranserê cîhanê roja ala xwe pîroz dikin.

Bingeha Ala Kurdistanê ji salên 1919an dest pê dike û heta bi îro tê.

Ala rengîn a ku bingeha wê ji " Rêxistina Kurdistan Îctîmaîye û Rêxistina Azadî" dest pê kir, xwe gihand Rêxistina Xoybûnê û ji wir jî di destên şervanên serhildana Agirîyê de, li asîmanên Komara Agirîyê pêl da.

Ala rengîn, piştî têkçûna serhildana Agirîyê, di 1946an de li asîmanên Komara Mahabadê pêl da. Ala rengîn heta bi îroj li seranserê Kurdistan û cîhanê wek nîşan û sembola milletê Kurd û Kurdistanê tê naskirin û di dilê her Kurdê welatperwer de pêl dide.

Roja alaya rengîn li temamê Kurd û Kurdistanê pîroz be..