Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Durûtiya Welatên Misilman…
 
Durûtiya Welatên Misilman…
2017-12-25 19:03
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şerefxan Cizîrî

Bi rastî, bi rastî mirov tiştekî ji van welatên Misilman fêm nake. Asayê nebî Musa di destê wan de ye û weke firavûnan tevdigerin. Çep lê dixin û rast vedigerin. Di gotinan de kes weke wan qala “Biratiya Misilmanan” nake lê ku tê ser ya dawî ye çivan li xwe dixin. Toz û xubarê radikin. Hezar û yek hiceti didin pêş ji bona ku erkê xwe bicih neyînin.

Durûti bûye sixletê wan yê bingehin.

Bi rastî, bi rastî exlaqê wan Misilmanan weke yên Xiristiyanên Cizvit e. Her tişt li bejna wan tê; sextekarî, durûtî, derew, bêbextî, dizî, gendelî, zinêkarî…

Belê, Xiristiyanên Cizvit digotin; ji bona ku mirov bigihêje armanca xwe her tişt, her rê û rebaz derbas dibû. Ji ber gelek sedeman, ji ber vê rê û rêbazê demekê welatê Ewrupa kirin gola xwîne. Bi milyonan mirov hatin kuştin. Îro jî Misilmanên Rojhilata Navin jî heman tiştî, heman helwestî dubare dikin.Ew di bingehên xwe de ne Misilman ın, ne weke ku difermiyetê de dibêjin ew tevger dikin, ew bi rastî bûne mislivit, ango bi nav Misilman û pratikê de Cizvit. Armanca wan tucaran nebûye nirxên biratiyê, nirxên mirovatiyê, wekheviyê, heta yên Misilmantiyê, ew îro tenê li gora berjewendiyênmalbat, çîn û dewletên xwe tevdigerin. Xema wana ne biratî û mafê Misilmana ye.

Têgeha biratiye tenê weke xemilandineke, weke xwexapandinekî, weke bîrdoziya fermî di nava şekalan de dimîne. Ma îro şerê herî dijwar ne di nava welatên Misilman de rûdide? Ma yên ku îro welatê Kurdan dagirkirine ne qaşo Misilman ın? Ma yên ku komkujiyê li Kurdistanê li dar dixinne qaşo Misilman in? Yên ku gundan bombebaran dikin, bajaran weran dikin, niştecîhan koçber dikin, mixalifandiavêjin zindanan ne qaşo Misilman in?

Lê em dibinin ku ewên li ser pirsa Felestin çewlake gotinandikin, li ser pirsa Kurdan bêdengi serwer bûyê. Di pirsa Kurdan de ew ker û kor bûne. Aqilê wan çelqiyayî ye. Kurdistana me di nav lingên leşkerên wana de dinale, birindare, parçekiriye, bêmaf û dewletê lê Felestina ku bi qasî çendbajarê Kurdan naye bûyê pirsa sereke, ji bona wanMislivitan…

Ma Cihûyan û Xiristiyanan Kurdistan dagirkirine? Ma Ereb, Tirk û Ecem Cihû ne an jî Xiristiyan in? Ma navê dagirkeran li Kurdistanê çi ye lo? Belê, belê, Misilmanên ku li Kurdistanê dagirkerin, li vi alî û li wî alî li dijî dagirkeriyê gotinan dibêjin. Yên ku li Kurdistanê terorê li dijî Kurdan bikartînin, di nava refên zilaman de li dijî terorizmê gotinên vingîvaladikin.

Bi rastî, bi rastî îcar gotinan jî di nava Misilmanan de wateyaxwe winda kiriye

Kurdistana ku ji gelek dewletên Misilman berfirehtir û mezintire heta nûha nebûye xwedi dewlet û di welatê xwe de nebûye serwer. Kurdistan di nava welatê Misilman de bêmaf û dewlet e. Dewlemendiya Kurdan ji xwe re dibin, daxwazamiletê Kurd naxwazin bibinin û di bere jî qala Misilmantiyê, qala biratîyê dikin.

Ma bi rastî Misilmantî wilo ye? Ma maf û huquqê Misilmanan ev e? Heger Misilmantiya rast ev be, Xwedê Kurdan ji vê sextekariyê biparêz e.

Baş e; heta nûha gelek Kurd ji bona doza Felestin cangoribûne, ma em hejmara wan cangoriyan dizanin? Ma heta nûhaçend Felestinê ji bona doza Kurdan cangori bûne? Ma heta niha gotinên beloq, gotinên qelew, gotinên ne li rê û tewş, ne ji aliyê rayedarên Felestiniyan Kurdan bihistine? Ma ne rayedarên wana bûn ku digotin; wê Kurdistan bibe İsraila didûyan? Ma ne digotin; wê Kurdistan bibe xencerek û di pişta Rojhilata Navin de biçike? Ma heta niha we gotinên wilo tewşû beloq ji aliyê rayedarên Kurdan, qet ji bona doza Felestin bihistine?

Ma hevkarî tenê yekalî dibe?

Basnews