|
Provokator hatin girtin |
|
2018-01-06 19:52 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Provokatorên ku li Silêmanî û derûdora wê xelk li dijî Hikûmeta Kurdistanê rakiribûn ser piyan û gellek dem û dezgehên hikûmet û partîyan şewitandibûn, li Germiyanê hatin girtin.
Li gor Asayîşa Germiyanê, ew kesên ku banga êrîşa ser mal û milkê xelkê û dezgehên fermî kiribûn, hatine girtin.
Asayîşa Germiyan a parêzgeha Silêmaniyê, diyar kir ku Dadgeha Herêma Kurdistanê fermana girtina wan kesan dabû û piştî tesbîtkirina endam û berpirsên wê koma çekdar û provokator, 5 kesan xwe radestî asayîşê kiriye û kesek jî winda ye.
|
|
|