|
Amerîka û HSD li ser 10 maddeyan li hev kir |
|
2018-01-09 20:44 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Rojnameya Şark-ul Ewsed raporek belav kir û di raporê de daxuyand ku Amerîka û HSD ji bo ewlekarî û pêşeroja Federasyona Bakurê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) li ser 10 maddeyan li hev kirine, û di demek nêzîk de ji bo pêkanîna wan 10 maddeyan wê dest bi xebatê bê kirin. Li gor rapora Şark-ul Ewsed, Amerîka û Rûsyayê li hev kiriye ku Çemê Feratê bibe sînorê navbera Federasyona Bakurê Sûrîyê û dewleta Sûrîyê.
Ew 10 maddeyên ku ji bo avadanî, sazkarî û ewlekarîya Federasyona Bakurê Sûrîyê li ser hatiye lihevkirin, ev in:
- Ji bo HSD zêdekirina desteka leşkirî, dîplomasî, aborî û siyasî.
- Ji bo paraztina herêmên HSD, xweparaztina li hember dijmin û damezrandina artêşek rêk û pêk, divê perwerdeya leşkirî bê dan. Ji bo asayîşa bajaran divê hêzên polîsan bên perwerdekirin.
- Xurtkirin û bihêzkirina desthilatdarîyên xweser ên herêmên azadkirî.
- Ji bo avadankirina herêmên wêrankirî û alîkarîyên mirovî, divê hêzên koalisyonê bên geşkirin, butçeyek ji bo pêrabûn û avadanîyê bê veqetandin.
- Sûdwergirtin û bikaranîna av, petrol, gaz û nirxên din yên di bin desthilatdarîya HSD de û ji bo xizmeta gel pêkanîna bernameyek pêrabûnê.
- Alîkarî û pitşgirîya ji bo avakirina dem û dezgehên hikûmetê, sîstema dadwerîyê û perwerdeya kesên ku di wan dezgehan de bixebitin.
- Avakirin û xurtkirina sîstema paraztina hewayî. Yekkirina bajarê Rakka, Tagba û herêmên di bin kontrola HSD de. Avakirina 5 baregehên artêşa Amerîkayê û bicîhkirina 1000 pisporên leşkirî.
- Li herêmê avakirina buroyên dîplomatîk, serdana herêmê û hatina dîplomatên Amerîkî, hewl û xebat bê kirin ji bo HSD beşdarî hevdîtinên ku di bin çavdêrîya Yekîtîya Milletan de tên kirin, bibe.
- Alîkarî û piştgirîya ji bo pêvajoya hilbijartinên herêmê.
- Ji bo mizakereyên navbera HSD û Hêzên Sûrîyê alîkarî bê kirin. |
|
|