|
Hêzên pêşmerge dibin yek |
|
2018-01-25 21:21 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Li gor hatiye ragihandin, biryar hatiye dan ku hêzên pêşmerge yên ku girêdayî PDK û YNK ne di bin fermandarîya Wezareta Pêşmerge de bên komkirin û wê bibe yek hêz.
Li gor daxuyanîya Wezareta Pêşmerge, di civîna yekkirina hêzên pêşmerge de Cafer Şêx Mistefa (Fermandarê 70 Yekîneyên Pêşmergeyên YNK), Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Serbest lezgîn û fermandarên du tabûran beşdar bûne.
Di daxuyanîya Wezareta Pêşmerge de tê gotin ku di civînê de biryar hatiye girtinku pêşmergeyên PDK û YNK di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bibe yek artêş.
Ji alîyê din, Amerîkayê 365 milyon dolar wek alîkarî ji pêşmerge re şandiye û ew pare gîhaye destê Wezareta pêşmerge.
|
|
|